Li Tebqayê 2 çalakiyên têkildarî Tenduristiya Derûnî
Li bajarê Tebqayê bi boneya Roja Tenduristiya Derûnî ya Cîhanê paneleke diyalogê û çalakiyeke zarokan hatin lidarxistin.
Bi boneya Roja Tenduristiya Derûnî ya Cîhanê, Yekitiya Bijîşkan û Rêxistinên Civaka Demokratîk ên kantona Tebqayê bi navê "Tenduristiya derûnî rêbaza jiyanê ye" li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê paneleke diyalogê li dar xist.
Di panelê de endamên Yekitiya Bijîşkan, Yekitiya Parêzeran, Yekitiya Mamosteyan, nûnerên Rêxistinên Civaka Demokratîk, Partiya Sûriya Pêşerojê, sazî û rêxistinên din ên Tebqayê, beşdar bûn.
Di serî de şêwirmendê nexweşiyên derûnî, bijîşk Ebdulfetah El Himêdî nîqaşê panelê bi rê ve birin û bal kişand ser girîngiya tenduristiya derûnî û zanabûna der barê hemû nexweşiyên derûnî de.
Di panelê de behsa mijara çawaniya fînansekirina demê di xwepêşxistinê de, afirandina aştiya hundirîn bi xwe û derdora civakî re hat kirin.
Bijîşk El Himêdî bandora pirsgirêkên derûnî li ser tenduristiya fîzîkî û têkiliyên civakî, her wiha hişyarkirina ji rewşên bikaranîna hişbirê û xwekuştinê, şîrove û diyar kirin.
Der barê van mijaran de beşdaran girîngî da hişyarkirina ciwanan û zarokên dibistanan.
Hemwextî wê, Nivîsgeha Jinan a Rêxistinên Civaka Demokratîk û Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê çalakiyeke taybet ji zarokên astengdar re li Parka Nûr a li taxa Sêyemîn li dar xist.
Amadekarên çalakiyê da zanîn ku armanc ji lidarxistina vê çalakiyê ew e ku derfetek ji zarokan û dayikên wan re were vekirin ku hevdu nas bikin, pirsgirêk û zehmetiyên xwe nîqaş bikin û derfetek ji zarokan re were vekirin ku bi zarokên din re dan û standinê bikin û bi wan re bilîzin.
Di çalakiyê de bijîşkekî di nexweşiye tenêtiyê de pispor e şîret û nirxandin kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku roja 10'ê Cotmehê (pêncşemê) Roja Tenduristiya Derûnî ya Cîhanê ye.
(mh)
ANHA