Li dijî karwanê NYˊyê êriş: Kesek birîndar bû

Karwanê NYˊyê yê veguhastina karmendan ji Siwêdayê ber bi Şamê ve, li Derayê rastî êrişeke çekdarî hat, di encamê de kesek birîndar bû û karwan ji hev belav bû.

Li dijî karwanê NYˊyê êriş: Kesek birîndar bû
30 tîrmeh, 2025   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Karwana Neteweyên Yekbûyî (NY) ku karmend û sivîlan ji Siwêdayê vediguhastin Şamê, dema di Derayê re derbas dibû, rastî êrişeke çekdarî hat û keseke di karwan de birîndar bû.

Karwan duh ji navenda NYˊyê ya li taxa Qisor a Siwêdayê bi rê ketibû. Karwan ji erebeyên NYˊyê û Heyva Sor a Sûriyeyê pêk dihat. Dema karwan gihaşt sînorê îdarî yê Derayê, ji nişka ve erebeyên NYˊyê ji rêza karwanê vekişîn û di rêya erebeyên sivîl re çûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çapemeniya fermî ya girêdayî hikumeta veguhêz û kesayetên olî hewl da vê yekê wek "koçberkirina xiristiyanan" ji Siwêdayê nîşan bidin, ruxmî ku piranî kesên di karwan de karmendên navneteweyî bûn.

Dema karwan derbasî xaka Derayê dibe, komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz û yên tev li Ewlekariya Giştî bûne û erebeyên îşaretên DAIŞˊê li ser hene, belav dibin û kesên di karwan de ditirsînin. Li herêma Îzre ya Derayê hin erebe hatin sekinandin, çekdar ketin erebeyan, nasnameyên hinan kontrol kirin û gef li wan xwarin.

Li derdora çerxerêya Derayê, erebe hatin gulebarankirin, di encamê de keseke ji stûyê xwe birîndar bû. Ji ber vê êrişê karwan ji hev belav bû û gelek rêwî neçar man ku bi wesayîtên alternatîf rêya xwe ya ber bi Lubnanê ve dewam bikin.

(fr)