Li dijî êrişên dagirkeriyê wê 22 û 23’ê Nîsanê meş bên lidarxistin

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wê 22 û 23’ê Nîsanê  meş werin lidarxistin. Ji bo tevlêbûna meşan bang hat kirin.

Li dijî êrişên dagirkeriyê wê 22 û 23’ê Nîsanê meş bên lidarxistin
21 nîsan, 2024   15:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê wê 22 û 23’ê Nîsanê meş li kantona Cizîrê meş werin lidarxistin.

Sibe (22’ê Nîsanê) wê meş li bajarên Dêrik û Qamişlo, navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Birak, Hesekê û Amûdê werin lidarxistin. 23’yê Nîsanê de jî wê li navçeyên Tirbespiyê, Til Koçer û Til Hemîsê meş werin lidarxitin.

Însiyatîfa Gel a Kantona Cizîrê bang li pêkhateyên gelê herêmê kir ku tev li meşan bibin.

 (şx)

ANHA