Bi sedan şêniyên Cizîrê gihîştin Bendava Tişrînê

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Gikê Legê û gundên Berav û Koçerat ên kantona Cizîrê, ji bo dijî êrişên dagirkeran tev li çalakiya nobedê ya li Bendava Tişrînê bin, gihîştin Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Bi sedan şêniyên Cizîrê gihîştin Bendava Tişrînê
Bi sedan şêniyên Cizîrê gihîştin Bendava Tişrînê
Bi sedan şêniyên Cizîrê gihîştin Bendava Tişrînê
Bi sedan şêniyên Cizîrê gihîştin Bendava Tişrînê
Bi sedan şêniyên Cizîrê gihîştin Bendava Tişrînê
19 ÇILE, 2025   19:09
QAMIŞLO

Vê sibehê bi sedan sivîlên ji bajarên Dêrik, Girkê Legê û gundên Beraf û Koçerat ên kantona Cizîrê beş bi beş berê xwe da Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tev li çalakiya nobedê ya li bendavê bibin.

Beriya çend deqeyan xelkê van bajar û gundan gihîştin Bendava Tişrînê.

Ji 8ˋê Çileyê ve, ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî bendavê, bi sedan welatiyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe didin nobedê û bi awayekî dewrî nobedariyê dikin.

(fr)

ANHA