Li Dihokê 2 drone hatin xistin

Li gorî agahiyan li navçeya Akrê ya ser bi Dihokê ve 2 drone hatine xistin.

Li Dihokê 2 drone hatin xistin
7 hezîran, 2026   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê nahiyeya Bicilê ya ser bi navçeya Akrê ya girêdayê parezgeha Dihokê Beşar Mihemedê ragihand ku 2 drone hatine xistin.

Beşar got ku dron ji aliyê balafirên şer ve hatine xistin û ti ziyanek çênebûne.

Nehat zanîn ev her 2 drone ên kîjan welatî yan jî komên çekdarin û ji bo çi liwir difiriyan.