Di rojekê de 7 kes hatin kuştin

Li deverên cuda yên Sûrieyê di encamên êrişan, pevçûnên malabatî û teqîna mayînan de 7 kes hatin kuştin.

Di rojekê de 7 kes hatin kuştin
7 hezîran, 2026   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Di bûyerên duh de ku li deverên cuda yên Sûriyeyê rû dane de 7 kes hatin kuştin

Li herêma Şiêtat a gundewarên Dêrazorê ji ber nakokiyên malbatî kesekî bavê xwe kuştin. Li bajarê Beqresê yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê di gulebarana çekdarên nenas de kesek ji bajarokê Şihêlê hat kuştin.

Li herêma Edra ya gundewarên Şamê di navbera 2 malbatan de pevçûn derket. Di encamê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan.

Li devera Kornîş a bajarê Tertûsê jî di navbera komeke ciwanan de pevçûn derket. Di pevçûnê de ciwanek bi kêrê derbe xwar jiyana xwe ji dest da.

Li gundewarên Helebê jî endamekî tîmeke endazyariyê dema mayîn radikir, di encama teqîna mayînekê ya bermehiyên şer de jiyana xwe ji dest da. Li gundê Şiwêha yê bajarê Babê yê rojhilatê Helebê ciwanek di encama gulebarana kesên nensas de jiyana xwe ji dest da.

(bb)