Li Dêrikê şehîd Yekta Herekol hate bibîranîn

Endam û rêveberên Navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya bajarê Dêrikê û Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê a Rojava şehîd Yekta Herkol bi bîr anîn.

Li Dêrikê şehîd Yekta Herekol hate bibîranîn
Li Dêrikê şehîd Yekta Herekol hate bibîranîn
Li Dêrikê şehîd Yekta Herekol hate bibîranîn
Li Dêrikê şehîd Yekta Herekol hate bibîranîn
Li Dêrikê şehîd Yekta Herekol hate bibîranîn
25 adar, 2026   19:05
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Şanoya Cîhanî, Navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya bajarê Dêrikê çalakiyek ji bo bîranîna şehîd Yekta Herkol, ku li bajarê Helebê ji bo nerazîbûna li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan xwe feda kir li dar xist.

Endamên Tevgera Çand û Hunerê, xizmên şehîdan û şêniyên bajarê Dêrikê beşdarî çalakiyê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdan, koma "Şanoya Çiya" şanoyek pêşkêş kir ku têkoşîn û rola şehîd Yekta li dijî rejîmên zordar ên li ser gelê Kurd û xebatên wî di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de nîşan dida.

Şano bi dirûşmeya "Şehîd nemir in" a temaşevanan bi dawî bû.

(ac)

ANHA