Partiya Komunîst a Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekitiya Neteweyî’

Partiya Komunîst a Kurdistanê piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekitiya Netewî’ re nîşan da û got; “Yekrêzî, bingeha sereke ya serkeftinê; parastina maf, azadiyan û temamkirina pêvajoya rizgarî ya netewî ye.”

Partiya Komunîst a Kurdistanê piştgirî da ‘Projeya Yekitiya Neteweyî’
25 adar, 2026   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dirûşmeya ‘Yeke yeke yeke, gelê Kurd yeke’ projeyek netewî ji bo yekitiya gelê Kurd hate destpêkirin. Di daxuyaniya ji bo projeyê de behsa yekitî, hewldanên ji bo avakirina sêwanek hevbeş ya dijî qeyranan û bidestxistina mafên gelê Kurd hate kirin.

Di 19’yê Adarê de, bi îmzeya zêdetirî 200 kesayetên cûda yên Başûrê Kurdistanê, ji bo yekitiya gelê Kurd projeyek netewî hate destpêkirin. Ev xebata netewî bi daxuyaniyek nivîskî hate ragihandin. Roj bi roj piştgiriya kesayet, sazî, rêxistin û partiyan ji bo vê pêngava yekitiya netewî zêde dibe.

Di vê çarçoveyê de Partiya Komunîst a Kurdistanê jî, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji ‘Projeya Yekitiya Netewî’ re ya ji bo hejandina navendên biryarê yên cîhanê re nîşan da.

Daxuyaniya Partiya Komunîst a Kurdistanê wiha ye;

“Ji ber baweriya me ya bi çarenûs û têkoşîna hevpar, em piştgiriyê didin banga ‘Projeya Yekitiya Netewî’ da ku navendên biryardanê yên li cîhanê bihejînin. Me her tim tekezî li ser yekîtî û helwesta yekgirtî ya Kurdistanî kiriye.

Yekitî prensîba sereke ya serkeftinê, parastina maf û azadiyên me û temamkirina qonaxa rizgariya netewî ye; Ev yek gelek erk û berpirsyariyên hevpar yên berfireh dixe ser milê her kesî.

Her parçebûn û nakokî an belavkirina gotinên nefretê, ziyanê dide yekitiyê. Ji ber vê yekê divê ew werin danîna aliyekî û rêz ji cudahiyan re were girtin; Ji ber ku yekitî nayê wateya redkirina cudahiyan. Berevajî wê yekê, yekitiya netewî bernameya xebata me ya hevbeşe ji bo armanca mezin a gelê Kurd xurt dike.

Em weke Partiya Komunîst a Kurdistanê bi temamî piştgiriyê didin kampanyaya ‘Projeya Yekitiya Netewî. Di heman demê de, ev daxwazek ji bo her welatiyekî Kurd û her kesê ku baweriya wî bi azadiya neteweyan heye li her deverê ku ew lê be ye; piştgiriya xwe ji bo ‘Projeya Yekitiya Netewî’ ya Kurdistanê ku ji hêla zêdetirî du sed kesayetên siyasî û çandî yên Kurd ve hatî pêşkêş kirin, ragihîne.

Em piştgiriya peyama siyasetmedar û rewşenbîrên çar parçeyên Kurdistanê dikin. Lê em dibînin ku divê gelê Kurd ji bo Kurdistaneke azad, gelekî bextewar, xurtkirina aştî û ewlehiyê di van guhertinan de roleke çalak bileyîze.”