Li Dêrikê agirê Newrozê hat pêxistin

Bajarê Hesekê yekemîn bajarê ku agirê Newrozê yê îsal pêxistiye û îşev jî agirê duyemîn li bajarê Dêrikê hat pêxistin.

Li Dêrikê agirê Newrozê hat pêxistin
Li Dêrikê agirê Newrozê hat pêxistin
Li Dêrikê agirê Newrozê hat pêxistin
Li Dêrikê agirê Newrozê hat pêxistin
13 adar, 2025   22:40
QAMIŞLO

Xelkê bajarê Dêrik, gundên Berav û Koçerat ên li kantona cizîrê agirê Newrozê pêxistin û pîroz kir.

Bi sedan xelkê herêmê li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Dêrikê kom bûn û weke sembola serkeftina biharê û destpêka sala nû agirê Newrozê pê xist.

Di şahiyê de dîlanên folklorîk, di nava hewayeke şahî û kêfxweşiyê de hate gerandin.

Newroz, ji bo gelê Kurd, boneyeke niştîmanî û çandî ya girîng e. Ji ber di Newrozê de nirxên nûkirin û hêviyê xurt dibin. Gelek dewletên herêmê Newrozê pîroz dikin û weke sembola aştî û yekitiyê dibînin.

(fr)

ANHA