Li Dêrik û Qamişloyê çalakiyên ji bo zimanê kurdî

Li Qamişlo û Dêrikê de bi çalakiyan girîngiya zimanê kurdî wek "stûneke bingehîn a nasname û dîroka gelê Kurd" hat vegotin û bang hat kirin ku divê zimanê kurdî di destûrê de were parastin.

Li Dêrik û Qamişloyê çalakiyên ji bo zimanê kurdî
Li Dêrik û Qamişloyê çalakiyên ji bo zimanê kurdî
Li Dêrik û Qamişloyê çalakiyên ji bo zimanê kurdî
Li Dêrik û Qamişloyê çalakiyên ji bo zimanê kurdî
Li Dêrik û Qamişloyê çalakiyên ji bo zimanê kurdî
Li Dêrik û Qamişloyê çalakiyên ji bo zimanê kurdî
Li Dêrik û Qamişloyê çalakiyên ji bo zimanê kurdî
13 gulan, 2026   13:37
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîran û Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulanê) çalakiyeke hunerî li Dêrikê li dar xist. Çalakî li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi beşdariya rewşenbîr, hunermend û endamên saziyên sivîl pêk hat.

Di çalakiyê de helbest li ser girîngiya zimanê kurdî hatin xwendin. Her wiha şanoyek li ser têkiliyên di navbera gelê Kurd û zimanê dayikê de ji aliyê lîstikvanên Navenda Dîcleyê ve hat pêşkêşkirin.

Piştre jî Koma Cûdî stran gotin. Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî zimanê kurdî" bi dawî bû.

Bi heman boneyê Kongreya Îslama Demokratîk jî daxuyaniyek li Qamişloyê da.

Daxuyanî li pêşiya Mizgefta Zên El Abidîn bi amadebûna endamên kongreyê û saziyên olî û civakî hat dayîn. Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Mele Mihemed El Xerzanî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "pirrengiya zimanî û çandî li Sûriyeyê divê were parastin.” Her wiha hate gotin cudabûna ziman û çandan beşeke xwezaya civakên mirovahiyê ye, nabe were tunekirin an înkarkirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi têkoşîna demdirêj a gelê Kurd a li hemberî siyasetên înkarkirin û qirkirina çandî hat kirin û hate destnîşankirin ku girêdana gelê Kurd bi zimanê xwe ve mafekî rewa û xwezayî ye, jê nayê xwarin.

Di daxuyaniyê de siyasetên "asîmîlekirina çandî" û hewldanên rakirina nivîsên kurdî di saziyên fermî de hatin redkirin û hate gotin, ev siyaset li dijî rêgezên pirrengî û jiyana hevbeş e, di heman demê de li dijî hewldanên avakirina dewletekeke demokratîk e.

Her wiha banga misogerkirina zimanê kurdî û mafê fêrbûna bi zimanê dayikê yê gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de hat kirin.

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" hatin berzkirin.

(bb)