Di êrişên li Lubnanê de 8 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku li başûrê Beyrûtê di êrişên artêşa Îsraîlê yên li dijî 3 erebeyan de 8 kes hatin kuştin.

 Di êrişên li Lubnanê de 8 kes hatin kuştin
13 gulan, 2026   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrişên Îsraîlê yên li ser 3 erebeyan li ser rêya li başûrê Beyrûtê de, 2 jê zarok, 8 kes hatin kuştin.

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku li ser rêya li başûrê welat 2 erebe hatin hedefkirin û li ser rêyeke nêzî wê jî erebeyek din hat hedefkirin.

(bb)