Li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wesayîtek hat topbarankirin

Komên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li herêma Kestêlo ya li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê wesayîtek topbaran kir.

Li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wesayîtek hat topbarankirin
Li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wesayîtek hat topbarankirin
Li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wesayîtek hat topbarankirin
24 kanûn, 2025   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi daxuyaniyekê diyar kir ku komên hikumeta veguhêz li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wesayîtek (treksek) li herêma Kestêlo topbaran kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz ên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih bûne, binpêkirinek din a agirbestê kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb da zanîn ku komên hikumeta veguhêz treksek li kana keviran a di navbera herêma Seken El Şebabî û herêma Kestêlo de dixebitî topbaran kir, di encamê de zirarên madî çêbûn.

Hêzan destnîşan kir ku binpêkirinên din li derdora taxa Şêxmeqsûdê, bi taybet li herêma Çerxerêya Şîhan û benda kontrolê ya Ewarid hatin tomarkirin. Ev yek binpêkirina peymana agirbestê ya îmzekirî ye û gefan li ewlehî û îstîqrara her du taxan û herêmê bi giştî dixwe.

Di dawiya daxuyaniyê de hêzan anî ziman ku ev binpêkirin gefên yekser li jiyana sivîlan dixwin û ewlehiya giştî dixin xeteriyê, ji lew re hikumeta veguhêz berpirêsa van binpêkirinan e û divê ev yek tavilê werin sekinandin.

(fr)