Hêzên hikumeta veguhêz rêyeke din a Şêxmeqsûd girt

Komên çekdar ên girêdayî hikukmeta veguhêz rêya çerxerêya Şîhan bi satirên axî girt.

Hêzên hikumeta veguhêz rêyeke din a Şêxmeqsûd girt
24 kanûn, 2025   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêya çerxerêya Şîhan a taxa Şêxmeqsûd bi satirên axî girt.

Berî wê jî komên çekdar rêya di navbera taxên Eşrefiyê û Suryan de bi bendên çementoyî girt û tevgera çûnhatina erebeyan rawestand û welatî neçar kirin ku bi meş derbasî taxê bibin.

(mh/h)