Li derdora balafirgeha Sûdanê û bajarê Um Derman êrişên hewayî

Hate zanîn ku li derdora balafirgeha navneteweyî ya Sûdanê û bajarê Um Derman êrişên hewayî yên bi dronan hatin kirin.

Li derdora balafirgeha Sûdanê û bajarê Um Derman êrişên hewayî
21 cotmeh, 2025   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku berbanga îro li derdora balafirgeha navneteweyî ya Sûdanê êrişên hewayî yên bi dronan hatin kirin.

Li gorî agahiyên ku şahidan dane AFP’ê, saet di navbera 04.00-06.00’an de li gorî dema cigayî, dengên dron û teqînan ji herêmên navîn û başûrê Xertûmê hatin bihîstin. Heman şahidan diyar kir ku bakurê bajarê Um Derman ê naverasta Sûdanê jî ku tesîsên mezin ên leşkerî lê hene, bi dronan hat bombebarankirin.

Desthilata Sûdanê û aliyên ku êriş kirine heya niha daxuyaniyên fermî nedane.

Ji destpêka şerê li Sûdanê (Nîsan 2023) balafirgeha navneteweyî ya Sûdanê hatiye girtin. Biryar bû ku sibe careke din hatiba vekirin.

 (bb)