Di rojnameyên erebî de hewldanên Trump ên bidawîkirina şer

DYA xebatên xwe yên dîplomatîk ên bi armanca pêkanîna plana Trump a ji bo Xezayê didomîne. Di heman demê de Trump bi mijara bidawîkirina şerê li Ukraynayê, amadekariyên hevdîtinekê li gel Pûtîn dike.

Di rojnameyên erebî de hewldanên Trump ên bidawîkirina şer
21 cotmeh, 2025   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da tevgerên nûnerên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, Steve Witkoff û Jared Kushner ên li Îsraîlê ku di çarçoveya pêkanîna qonaxa yekem a plana aştiyê de têne kirin. Rojnameyan civîna di navbera Trump û Pûtîn de ku dê bi mijara Ukraynayê pêk were jî nirxand.

‘SEROKÊ DYA’YÊ JI PEYMANA XEZAYÊ BI FIKAR E’

Rojnameya El Beyan diyar kir: "Serdana Steve Witkoff û Jared Kushner bo Îsraîlê û mayîna wan li herêmê heta ku qonaxa yekem a plana Trump aram bibe û veguhastina bo qonaxa duyemîn misoger bibe, xwesteka bingehîn a serokê DYA’yê ye."

Rojnameyê destnîşan kir ku baweriya serok Donald Trump bi dilsozî û jêhatîbûna Witkoff û Kushner faktoreke sereke di "mudaxeleya rizgarkirinê" de ye, ji ber vê baweriyê jî Trump ev gav avêt.

Rojnameyê diyar kir ku 4 mijarên sereke Trump ji Witkoff û Kushner dixwaze û ev tişt wiha rêz kirin: "Ya yekemîn; divê Hemas radestkirin û vegerandina cenazeyên mayî bo Îsraîlê temam bike. Ya duyemîn; divê Îsraîl pabendî agirbestê be û rê bide alîkariya mirovî ya bo Xezayê bi mîqdara pêwîst û bi rêk û pêk. Ya sêyemîn; divê Hemas jî li gorî peymana agirbestê tev bigire. Ya çaremîn; divê dan û standin ji bo qonaxa sêyemîn dest pê bikin ku ji amadekariyên rêveberiya Xezayê, radestkirina çekan ji aliyê Hemasê ve û hêza nû ya ewlehiyê ya navneteweyî pêk tê.”

‘GELO TRUMP DÊ VÊ CARÊ BI SER BIKEVE?’

Rojnameya El Xelîc li ser civîna Trump û Pûtîn ku çav li rê ye li Budapeştê pêk were, nivîsand. Rojnameyê ragihand ku aşkera ye ku Trump bi biryar e ku di hewldanên xwe yên ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê de pêşketinekê bi dest bixe.

Rojnameyê bi bîr xist ku hewldanên berê yên Trump ên ji bo bidawîkirina şerê Ukraynayê bi ser neketin û rastî gelek astengiyan hatin. Her wiha îşaret pê kir ku Trump gelek caran bêhêvîbûna xwe ji serokê Rûsyayê re anîbû ziman. Lê vê carê bi israr e ku sînorekî ji şer re deyne.

Rojnameyê wiha nivîsand: "Trump armanc dikir ku ev civîn helwesta Zelensky biceribîne, ji bo ku Moskovê razî bike ku agirbestê qebûl bike û di navbera her du aliyan de dan û standinan bide destpêkirin.”

(bb)