Li Dêrazorê pakrewangeha şehîdan hat xerakirin

Pakrewangeha şehîdan a li bajarokê El Kesar ê gundewarê Dêrazorê hat xerakirin. Şênî û malbatên şehîdan hêrs û nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Li Dêrazorê pakrewangeha şehîdan hat xerakirin
16 adar, 2026   21:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li pakrewangeha şehîdan a li bajarokê El Kesar ê gundewarê Dêrazorê gorên şehîdan hatin xerakirin. Ev pakrewangeh a şervanên QSDˊê ne ku di bersivdana êrişên çeteyên DAIŞˊê de şehîd bûbûn. Xerakirina goran şênî bi hêrs kirin.

Xerakirina goran û cihên pîroz binpêkirina aşkera ya hurmetiya miriyan û malbatên wan e. Şêniyan xwest ku lêpirsîna ji bo vê yekê were vekirin û hesab ji berpiran were xwestin.

Piştî ku komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê derbasî herêmên vê dawiyê bûne pêkanînên wiha zêde bûne, li Efrîn, Şêxmeqsûd, Minbic, Şedad, Til Hemîs û Reqayê jî ev yek hat kirin.

Ev pêkanîn tiştên ku çeteyên DAIŞê bi goristan û mezargehan de kirine tînin bîra mirov, wan bi hinceta ku ew "kufriyek" e û "ne beşek ji adetên Îslamî ne" wêran kirin.

(fr)