Li Dêrazorê hêlînxaneyek hat vekirin

Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Nivîsgeha Parastina Zarokan, li herêma 7 Kîlo hêlînxaneyek vekir.

Li Dêrazorê hêlînxaneyek hat vekirin
Li Dêrazorê hêlînxaneyek hat vekirin
Li Dêrazorê hêlînxaneyek hat vekirin
Li Dêrazorê hêlînxaneyek hat vekirin
Li Dêrazorê hêlînxaneyek hat vekirin
Li Dêrazorê hêlînxaneyek hat vekirin
Li Dêrazorê hêlînxaneyek hat vekirin
8 mijdar, 2023   15:28
DÊRAZOR

Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi beşdariya endamên komîteyê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya rojavayê Dêrazorê, Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, tev li merasîma vekirina Hêlînxaneya Zarokên Pêşerojê li herêma 7 Kîlo ya bakurê Dêrazorê bûn.

Di hêlînxaneyê de odayek ji bo xewê û lîstikên ewledar, hewşek li derve ku bi lîstikên cihereng hatiya amadekirin, hene.

Seroka Komtîya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fatme El Hisên got: “Em gelek kêfxweş in ku mîna van navendan ji zarokan re ava bikin. Em pa bendên ku tecrubeyeke taybet pêşkêş bikin ku zarok bi awayekî saxlem fêr bibin û mezin bibin.”

Fatme wiha domand: “Dewam li hêlînxaneyê heftane 6 rojan e. Înê batlane ye. Ji saet 8`ê sibe heta 2`yê piştî nîvro vekirî ye.”

(şx)

ANHA