14 bikarhêner û bazirganên narkotîkê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di operasyonên serdegirtin û lêgerînê de li Hesekê û Qamişlo 14 firoşkar, bikarhêner û bazirganên madeyên hişbir girtin.

14 bikarhêner û bazirganên narkotîkê hatin girtin
8 mijdar, 2023   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya hemleya “Tolhildana Şehîdên Hêza Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir” de û ji bo aşkerakirina bazirgan û bikarhênerên narkotîkê, xebatên xwe zêdetir kirine.

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dauxyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Di çend rojên derbasbûyî de hêzên me yên li dijî madeyên hişbir li bajarên Hesekê û Qamişlo bi ser gelek malan û veşartgehên firoşkar û bikarhênerên madeyên hişbir de girtin.

Di çarçoveya hemleya tolhildana 29 şehîdên dijî madeyên hişbir de ku li Hemze Begê şehîd bûbûn û di encama xebatên berdewam ên hêzên me de li ser şopandina dosyayên kesên ku bi madeyên hişbir re mijûl dibin, hêzên li dijî madeyên hişbir bi hevkariya hêzên operasyonê li bajarên Hesekê û Qamişlo gelek operasyon li dar xistin û di encamê de 14 firoşkar û belavkar hatin girtin û di destê wan de ev tişt hatin desteserkirin:

_ Hezar 774 hebên hişbir ên curbicur

_ 700 hebên Kaptagon

_ 10 gram mîsa krîstal

_ 2 kîlo û 609 gram heşîş

_ 455 gram tovên heşîşê

_ 4 kef û nîv heşîş

_ Mizînek

_ amûrên bikaranînê yên curbicur

_ 175 mermiyên kilaşînkovê

_ mermiyên eyar 23 hejmar 80

_ 12 mermiyên damanceyê

_10 Çekên spî

_9 telefonên destan

Hêzên me ew û tiştên hatine desteserkirin radestî Dozgeriya giştî kirin da ku tedbîrên qanûnî li dijî wan bên girtin.

Rêveberiya Giştî ya Dijî Madeyên Hişbir rola gel bi ragihandina rewşên bi guman bilind dinirxîne û tekez dike ku wê hemleya xwe berdewam bikin heta ewlehî û aramî li herêmên me pêk tê.”

(şx)