Li Dêrazorê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Şêniyên kantona Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên li dijî herêmê şermezar kirin.

Li Dêrazorê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li Dêrazorê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li Dêrazorê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li Dêrazorê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li Dêrazorê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li Dêrazorê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li Dêrazorê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
Li Dêrazorê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
20 ÇILE, 2024   16:19
DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên rojhilatê kantona Dêrazorê bi xwepêşandaneke girseyî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Di xwepêşandanê de bi sedan şênî, rûspî û serokeşîr, endamên meclisên xwecih û leşkerî û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya amade bûn.

Xwepêşandanê ji pêşiya meclisa herêma rojhilat a bajarokê Hecîn dest pê kir û ber bi nexweşxaneya giştî ya Hecînê ve bi rê ket.

Li wir, hevserokê meclisa herêma rojhilat Selah El Selman daxuyaniyek xwend û êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Bi navê Meclisa Dêrazorê û Partiya Sûriyeya Pêşerojê, hevserokê meclisê Yehya El Elî wiha axivî: "Ev êrişên hovane pîvan û qanûnan nas nakin û siyaseta ‘xaka şewitî’ didin meşandin da ku herêmê wêran bikin û wê bikin navenda şer, wekî ku Dewleta Osmanî kiriye."

Bi navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya rêvebera meclisê Muna El Hamid jî êriş û hedefgirtina saziyên xizmetguzarî û aborî şermezar kirin.

(mh)

 ANHA