Li Dêrazorê 2 kesên sêrbaziyê dikin hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 kesên sêrbaziyê dikin li kantona Dêrazorê gitin.

Li Dêrazorê 2 kesên sêrbaziyê dikin hatin girtin
22 mijdar, 2024   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bakurê kantona Dêrazorê 2 kesên sêrbazî, cerebazî û xapandinê dikin, girtin.

Daxuyaniya navendê bi vî rengî ye: "Di çarçoveya xebatên têkoşîna hêzên dijî tawanan bi darizandina hemû dozên tawanan û dabînkirina ewlehiya welatiyan;  Piştî şopandin û komkirina agahiyan 2 kesên li bakurê Dêrezorê yên ku sêrbazî û cerebaziyê di berdêla gelek pereyan de dikin, girtin.

Mudahemeya mala wan hat kirin, ew hatin girtin, malzeme û kaxezên ku ji bo sêrbaziyê dihatin bikaranîn, di destê wan de hatin desteser kirin.

Hêzên me bang li hemwelatiyan dikin ku bi derewên van kesan neyên xapandin û her kiryara bi guman a ku ewlehî û aramiya welatiyan dixe metirsiyê, ji cîhetên pispor re ragihînin."

(şx)

ANHA