Êrişên dewleta Tirk li ser herêmê rojeva civîna Meclisa Ewlehiyê bû

Cîgira şandiyê neteweyî yê Sûriyeyê Necat Ruşdî da zanîn ku di encama êrişên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de windahî û zirarên mezin li binesaziya herêmê bûye. Necat Ruşdî diyar kir ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji koçberên Sûriyeyê re wargeh e, rûbirûyî êrişan e.

Êrişên dewleta Tirk li ser herêmê rojeva civîna Meclisa Ewlehiyê bû
22 mijdar, 2024   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgira şandiyê neteweyî yê Sûriyeyê Necat Ruşdî DI civîneke Meclisa Ewlehiyê ya li ser Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zirarekî windahî û zirarên mezin li binesaziya herêmê hatine.

Necat destnîşan kir ku herêma ku strageha bi hezaran koçberên Sûriyeyê ye, rûbirûyî êrişan e.

Necat hişyarî da ku li Sûriyeyê şer hîna berdewam e, parçebûneke kûr heye. Di heman demê de banga parastina tevahî sûriyeyiyên li derve û hundirê Sûriyeyê kir. Necat diyar kir ku di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê de jî zirar li binesaziya Sûriyeyê hatiye û windahiyên canî çêbûne.

Necat di axaftina xwe de banga pêkanîna biryara Meclisa Ewlehiyê 2254 û domandina civînên Komîteya Destûrê kir. Her wiha bang li hemû aliyên Sûriyeyê û yên navneteweyî kir ku ji bo pêvajoyeke siyasî bi awayekî cidî bixebitin.

(mh/şx)