Li Derayê 2 çekdar hatin kuştin

Li bajarokê Yadûde yê rojavayê Derayê 2 çekdarên komên xwecih hatin kuştin.

Li Derayê 2 çekdar hatin kuştin
7 nîsan, 2024   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha Dera ya başûrê Sûriyeyê alozî û tevliheviya ewlehiyê dewam dikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarokê Yadûde yê rojavayê Derayê, 2 çekdarên xwecih ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin.

Li gorî daneyên dawîn ên SOHR, ji destpêka salê ve di encama 86 bûyerên tevliheviya ewlehiyê ku li Derayê çêbûne de 105 kes hatine kuştin. SOHR da zanîn ku piraniya kuştiyan sivîl û leşkerên hikumeta Şamê ne.

 (şx)