Bîlançoya 6 mehan a şerê li Xezayê

Şerê di Hemas û Îsraîlê de 6 meh li pey xwe hişt. Bîlançoya encamên şer hatin aşkerekirin.

Bîlançoya 6 mehan a şerê li Xezayê
7 nîsan, 2024   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de ku 7`ê Cotmeha 2023`yan dest pê kiribû 6 meh li pey xwe hişt. 

Artêşa Îsraîlê bilançoya şer ragihand û aşkera kir ku ji destpêka şer ve 600 leşkerên wê hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di 6 mehan de nêzî 9 hezar û 100 moşek ji Xezayê, 3 hezar û 100 moşek ji Lubnanê û 35 moşek ji Sûriyeyê hatine avêtin. Her wiha diyar kir ku di encama êrişên bi moşekan de 41 kes hatine kuştin û 3 hezar û 188 kes jî birîndar bûye. 

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di encama êrişên li Xezayê de di nav de zêdekirî 13 hezar zarok, bi giştî 33 hezar û 91 kes hatine kuştin û 75 hezar û 750 kes birîndar bûne. Li Dîfa Xerbiye jî 456 kes hatine kuştin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî,  di şerê li Xezayê de 224 xebatkarên rêxistinên xêrxwaziyê, 484 xebatkarên qada tenduristiyê  û herî kêm 95 rojnamevan hatiye kuştin.

Ajansa Associated Press a Îsraîlê jî ragihand ku di encama şer de ji sedî 55.9 zirar li avahiyan bûye û ji sedî zêdekirî 60 mal wêran bûne.

Li gorî malpera El Erabiya, di encama şer de 227 mizgeft û 3 dêr bi zerar bûn, ji sedî 90 dibistan wêran bûne û di encamê de pergala perwerdeyê rawestiya. Her wiha hate diyarkirin ku ji bingehê 36 nexweşxaneyan 10 nexweşxane dixebitin, .1.1 milyon kes rûbirûyî birçîbûnê ne û ji sedî 31 zarokên jêrî 2 saliyê bi kêmxwariniyê rû bi rû ne. Her wiha hate gotin, 1.7 milyon kes  an ku ji sedî nêzî 70 kes koçber bûne û 90 hezar îsraîlî ji herêmên ser sînor koçber bûne.

(şx)