Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Salih Etallah dema erka xwe bi cih dianî li kantona Dêrazorê şehîd bû.
![Endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202404/image_870x_6612403056b6e.jpg)
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî şehadeta endamê xwe Salih Etallah daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4’ê Nîsanê dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî li Dêrazorê di encama êrişa çekdarên nenas de şehîd bû.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û Paşnav: Salih Etallah
Navê Dayikê: Feyda
Navê Bav: Ewad
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Bisêra 4/3/2019
Cih û Dîroka Şehadetê: Ebrîha 4/4/2024
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin "Şehîd Salihd ji dema tevlê nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye ve bi dilsozî û dilpakî erka xwe li hemberî welatê xwe bi cih dianî. Endamekî çalak bû, heta kêliya dawîn a şehadeta xwe bi îradeyeke xurt dixebitî."
Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd Salih Etallah re hat xwestin û soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.
(bb)