Li Dêr Hafirê bêdengiyek heye

Piştî ku duh hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî herêma Dêr Hafirê ya girêdayî kantona Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk anîn, bêdengiyek heye.

Li Dêr Hafirê bêdengiyek heye
6 cotmeh, 2025   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) parve kirine, piştî ku komên çekdar ên hêzên hikumeta veguhêz bi topan û dronên xwekuj taxên şêniyan bêserûber topbaran û bombebaran kirin û di nava welatiyan de tirsek çêkir, li eniyên şer ên herêma Dêr Hafirê ya kantona Tebqayê aramiyek bibaldar heye. 

QSDˊê diyar kir ku "Ev êriş berdewama fikra van çekdarên ku beriya çend rojan li gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê komkujiyek pêk anîbû û di encamê de 8 welatî hatibûn qetilkirin e. Bi vê yekê hewl didin tevliheviyekê li herêmê çêkin."

Ji duh sibehê ve, hêzên hikumeta veguhêz bi dronan û topavêjan herêma Dêr Hafirê bombebaran dikin, di encamê de sivîlek û 7 şervanên QSDˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

(fr)