Tevgerên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li başûrê Sûriyeyê kesên gumanbar, girtine û amûrên şer ên cuda desteser kirin.

Tevgerên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê
5 cotmeh, 2025   23:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê li başûrê Sûriyeyê ev du meh e kesên gumanbar girtin, amûrên şer û desteser kirin. 

Berdevkê artêşa îsraîlê Avichay Adraee li ser hesabê xwe yê “telegram” got: “Armanc, parastina ewlehiya hemwelatiyên Îsraîlê û gira Colanê ye”.

Avichay Adraee dîmen û hin wêne parve kir ku tevgera îsraîlê li başûrê Sûriyeyê aşkera dikin lê tam diyar nekir ew herêmê li ku ne

Heta niha li hember van tevgerên Îsraîlê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ti bertek nîşan neda.

(şx)