Li Den Haagê banga rakirina dorpêça li ser Kobanê

Kurdistaniyên ku li bajarê Den Haag ê Hollandayê li ber parlamentoyê hatin cem hev, ji bo ku Rojava bibe xwedî statuyeke navneteweyî û dorpêça li ser Kobanê rabe, çalakiyek li dar xist.

Li Den Haagê banga rakirina dorpêça li ser Kobanê
12 sibat, 2026   21:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, Kurdistaniyên ku li ber Parlamentoya Hollandayê civiyan, ji bo naskirina statuya siyasî ya Rojava û rakirina dorpêça li ser Kobanê çalakiyek pêk anîn

Di çalakiya ku ji aliyê Komîteya Çalakiya Hevpar a ku ji partî û saziyên Kurdistanî pêk tê de hat organîzekirin, girseyê bi dirûşman dorpêça li ser Kobanê şermezar kir.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku tevî agirbesta qismî, dorpêça li ser Kobanê berdewam dike û hat diyarkirin ku ji ber kêm xurekiyê zarok jiyana xwe ji dest didin. Axivêran bang kirin ku ev dorpêça ku wekî "dermirovî" pênase kirin, divê di zûtirîn demê de were rakirin.

Di axaftinan de bal hate kişandin ku agirbesta li Rojava hatiye ragihandin sist e û hat teqezkirin ku gelê Kurd her kêlî bi rîska êrîş û komkujiyên nû re rû bi rû ye. Hat diyarkirin ku divê Rojava di bin garantiya hiqûqa navneteweyî de bibe xwedî statuyeke siyasî.

Piştî çalakiyê, şandeyeke ji ciwanên Kurd pêk dihat, bi parlamentera Hollandayî Kati Piri re hevdîtinek pêk anî. Şandeyê rewşa dawî ya li Rojava û êrîşên li ser jinan ragihandin. Di hevdîtinê de dosyaya ku daxwazên naskirina statuya siyasî ya Rojava û rakirina dorpêça Kobanê tê de bûn, pêşkêşî Parlamentoya Hollandayê kirin.