Li Çilaxa 37 şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê 37 şehîd hatin bibîranîn.

Li Çilaxa 37 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxa 37 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxa 37 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxa 37 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxa 37 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxa 37 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxa 37 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxa 37 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxa 37 şehîd hatin bibîranîn
Li Çilaxa 37 şehîd hatin bibîranîn
1 hezîran, 2024   15:02
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ji bo bîranîna 37 şoreşgerên ku di mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan û Gulanê de li cihên cuda şehîd bûne, merasîmek li dar xist.

Merasîm li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Çilaxayê bi beşdariya endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, meclisa bajêr, nûnerên hêzên leşkerî û partiyan hat lidarxistin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Kerîme Mihemed wesîqeyên şehîdan xwendin.

Dûre endama Meclisa Bajêrê Çilaxa Jiyana Mihemed diyar kir ku şehîdan ji bo azadiya gel û mafên wî, bê westan tê koşiyan û şehîd bûn.

Jiyan wiha domand: "Şehîdan dixwest azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin. Em ê jî li qadan bin heta ku vê armancê pêk bînin. Her wiha dixwestin destkeftiyên pêk hatine biparêzin, ji ber wê divê em jî wê biparêzin û ji nifşên bê re pêşerojeke baştir misoger bikin."

Jiyan êrişên duh ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Cizîrê ku di encamê de 4 şervanên QSD`ê şehîd bûn şermezar kir û got: "Ti kes nikare vîna me bişikîne. Êriş îsrara me ya pêkanîna xeyalên şehîdan zêde dike. Em ê biçin ser sendoqan û ewlehiyê li herêma xwe misoger bikin."

Di merasîmê de sinevîzyonek li ser perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî hevjiyana azad û jiyana 37 şehîdan hatin pêşandan.

(şx)

ANHA