Li Laziyqiyê mal hatin talankirin û li Tertûsê durişmenyên nijadperstî hatin avêtin

Komek kesn êrişî malên Elewiyan li Lazqiyê kirin, her wiha li kolanan êrişî welatiyan jî kirin, di heman demê de li bajarê Banyasê xwepêşandanek pêk hat, dirûşmeyên banga kuştinê û şerê mezhebî hatin avêtin.

Li Laziyqiyê mal hatin talankirin û li Tertûsê durişmenyên nijadperstî hatin avêtin
25 mijdar, 2025   20:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser mediya dijîtal dîmenên kesên ku li Laziqiyê êrişî malên elewiyan dikin belge dikin, hatin belavkirin. Di heman demê de li Baniyas û gundewarê Tertûsê xwepêşandan pêk hatin, siloganên ku banga kuştin û fitineya li dijî Elewiyan dikin hatin avêtin.

Çalakvanên medyaya dijîtal dîmenê komek kesên êrişî mal û dikanên Elewiyan li taxa El Zeyin li Lazqiyê dikirin. Li wir erebe û dikan şikandin û li kolanan êrişî rêwiyan kirin.

Li aliyekî din bi dehan kes li bajarê Banyas li gundewarê Tartûsê derketin kolanan, dirûşmeyên mezhebî bilind kirin û banga kuştin û şerê mezhebî kirin, Her wiha alên Tewhîdê" yên girêdayî "Hey'et Tehrîr El Şam" bilind kirin.

(ac)

ANHA