Li Bexdayê cardin êrişî Balyozxaneya Amerîkayê kirin

Di danê sibehê de carek din bi dronan êrişî Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê hate kirin.

Li Bexdayê cardin êrişî Balyozxaneya Amerîkayê kirin
18 adar, 2026   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku carek din bi rêya hewayî Balyozxaneya Amerîka ya li paytexta Iraq Bexdayê hatiye hedef girtin.

Li gorî agahiyan Rojnewsê bi drona êrişî Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê hatiye kirin.

Lê têkildarî ziyanên êrişê ti agahî nehatin belavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku duh jî rêze êrişên mûşek û dronan li ser Balyozxaneya Amerîkayê hate pêkanîn. Sîstema parastinê ya hewayî C-RAM ya li nav Balyozxaneyê êrişan têkbir.

Ji destpêka şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ve, baregeh û navendên Amerîka yên li Iraq û Herêma Kurdistanê ji aliyê komên çekdar ên nêzî Îranê yên li Iraqê ve tên hedef girtin.