Li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê pevçûn: Êrişkarek hate kuştin

Li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya Stenbolê pêvçûnekê rû da. Li gorî agahiyên waliyê Stenbolê dane, di encamê de êrişkarek hatiye kuştin, 2 êrişkar û 2 polîs jî birîndar bûne.

Li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê pevçûn: Êrişkarek hate kuştin
7 nîsan, 2026   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Beşîktaş a Stenbolê ya Tirkiyeyê li ber avahiya Balyozxaneya Îsraîlê dengê çekan hate bihîstin.

Di daxuyaniya rayedarên ewlehiyê de hate gotin ku “3 kes hatine bêbandorkirin” û hate diyarkirin ku di bûyerê de 2 polîs jî birîndar bûne.

Her wiha waliyê Stenbolê jî têkildarî bûyerê daxuyaniyek da û da zanîn ku di encama pevçûna li ber balyozxaneyê de “terorîstek hatiye kuştin û 2 terorîst û 2 polîs birîndar bûne.”