Li benzînxaneyan sotemenî biha bûye

Benzînxaneyan buhayên benzîn û mazotê bilind kirine. Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê heta niha der bare bihabûnê de tu biryarname dernexistine.

Li benzînxaneyan sotemenî biha bûye
16 tîrmeh, 2026   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Benzînxaneyan bêyî biryarnameyeke fermî ya Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê û aliyên peywendîdar buhayên benzîn û mazotê bilind kirine.

Li benzînxaneyan lîtreyeke benzînê ji 12 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê derketiye 14 hezar lîreyî, lîtreyeke mazotê jî ku berê bi 10 hezar û 700 lîreyî bû, bûye 12 hezar lîre.

Tevî ku hin benzînxaneyan dest bi firotina bi van buhayan kiriye jî, heta niha Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê tu daxuyanî der barê sedemên bihakirinê de nedane.

(sb)

ANHA