Li Belûcistanê 5 endamên Pasdarên Îranê hatin kuştin

Li eyaleta Sîstan-Belûcistan a Îranê di êrişên li ser 2 nuqteyan de 5 endamên Pasdarên Îranê û polîs hatin kuştin.

Li Belûcistanê 5 endamên Pasdarên Îranê hatin kuştin
4 nîsan, 2024   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê wezîrê karên hundir Macîd Mîrahmedî ji televîzyona dewletê re axivî û got: "5 endamên muxafizên şoreşê û polîs di du êrişên terorî de ku li Raskê li ser baregeha muxafizan û li Çabaharê ya li nêzî sînorê Pakistanê li ser qereqoleke polîsan bi şev hate kirin, hatin kuştin."

Rayedar diyar kir ku di şer de ji êrişkaran herî kêm 8 kes hatine kuştin.

Mîrahmedî anî ziman ku di şer de her wiha ji hêzên Îranê zêdetirî 10 kes birîndar bûn.

Koma bi navê Ceyş el Adl (Artêşa Edaletê) li ser hesabê Telegramê daxuyaniyek da û berpirsyariya êrişan li xwe girt.

Ev koma serhildêr a sûnnî ku sala 2012'an ava bû, salên dawî gelek êriş kirin.

Meha Kanûnê li Raskê di êrişek li ser qereqoleke polîsan de 11 polîs hatibûn kuştin.