Hûsî: Êrişên me yên li dijî Îsraîlê dê bidomin

Hûsiyan ragihand ku wan bi moşekan êriş birine ser Îsraîlê û ev êriş dê berdewam bikin.

Hûsî: Êrişên me yên li dijî Îsraîlê dê bidomin
28 adar, 2026   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Milîsên Hûsî yên li Yemenê bi rêya televîzyona Al Masirah daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wan ji dema derketina şerê DYA-Îsraîlê yê li dijî Îranê ve, cara yekem bi moşekan êriş birine ser Îsraîlê û ev êrişên wan heta şer raweste dê bidomin.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Sarî got êriş bi moşekên balîstîk hatiye kirin û herêmên leşkerî yên krîtîk ên Îsraîlê kirine hedef. Sarî hişyarî da ku dê êrişên wan heta ku hedef bên îmhakirin dewam bikin.

Sarî her wiha got: “Êriş dê berdewam bikin heta ku êrişên li ser hemû eniyên berxwedanê bi dawî bibin.”

Artêşa Îsraîlê piştî êrişa Hûsiyan aşkera kiribû ku wan moşekên Hûsiyan li derveyî sînorên Îsraîlê rûxandine.