Li başûrê Hesekê dikên avêtina topan hatin dîtin

QSD ragihand ku li başûrê Hesekê dikên avêtina topan ên çeteyan dîtine û desteser kirine.

Li başûrê Hesekê dikên avêtina topan hatin dîtin
12 kanûn, 2023   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD′ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hêzên wan îro li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê operasyoneke lêgerînê li derdora baregeha wan a hevbeş a bi Koalîsyona Navneteweyî re, li dar xistiye. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyon piştî êrişên bi hewanan ên li ser bargehê pêk hat û hate gotin di operasyonê lêgerînê de li nêzî gundê Edla yê li başûrê Şedadê dikên (qaîde) avêtina topan hatine dîtin.

Her wiha hate gotin: “Bi van dikan sivîl jî dihatin hedefkirin. Duh gundên Herîrî û Hemad ên Şedadê ku tijî sivîl in, hatine hedefkirin. Armanc ew e ku tirsê di nava şêniyan de belav bikin.”

QSD′ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Ji bo parastina ewlehî û silametiya şêniyan ji gefên li ser herêmê hêzên me dê di şopandina terorîstan û girtina wan de dudil nebin.”

(bb)