Li Banyasê komkujî: Bi kêmanî 5 kes hatin qetilkirin

Li gundekî Banyasê bi kêmanî 5 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin qetilkirin.

Li Banyasê komkujî: Bi kêmanî 5 kes hatin qetilkirin
31 adar, 2025   16:05
NAVNDA NÛÇEYAN

Di roja cejnê de 2 çekdaran li gundê Herf Benmera yê bajarê Banyasê bi kêmanî 5 kes qetil kirin.

Li gorî çavkaniyan, mixtarê gund û 4 kesên ji heman malbatê hatin qetilkirin.

Vê sibehê li bajarê Humisê jî çekdaran dayikek û 3 zarokên wê û 2 mêvanên wan qetil kiribûn û bav jî birîndar kirin.

(bb)