Li Hesekê bi boneya  Roja Zimanê Kurdî şahiyek li dar ket

Peymangeha Amadekirina Mamosteyan ya bajarê Hesekê bi boneya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî bi dirûşmeya "Perwerdeya bi Zimanê Dayîkê Mafeke Rewa û Bingehîn e” şahiyek li dar xist.

20 gulan, 2025   13:47
HESEKÊ

Peymangeha Amadekirina Mamosteyan ya bajarê Hesekê bi boneya 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li hola Serdem a bajarê Hesekê bi dirûşmeya "Perwerdeya bi Zimanê Dayîkê Mafeke Rewa û Bingehîn e”   şahiyek li dar xist.

Endamên Peymangeha Mamosteyan a bajarê Hesekê û gelek şagirt û mamoste bi cil û bergên Kurdî tevlî şahiyê bûn.

Di şahiyê de dirûşmeya "Bê Ziman Jiyan Nabe" hat berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Desteya  Perwerdeyê û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Nura Ehmê axivî.

Nura Ehmê bi xêrhatina mêvanan kir û Rojan Zimanê Kurdî li hemû mamoste û şagirtan pîroz kir.

Nura Ehmê da zanîn ku bi saya şehîdan, dayîk û bavan zimanê Kurdî hatiye parastin û diyar kir ku ew Roja Zimanê Kurdî li Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz dikin.

Rêvebera Peymangeha Amedekirina Mamosteyan a bajarê Hesekê Jînda Ehmê got: "Rojane ji bo zimanê dayîkê berxwedan û têkoşîn tê dayîn. Bi hezaran salan e dijminê gelê Kurd ji bo ku zimanê dayîkê bi çewisînin gelekî rêbaz meşandin. Lê tenê 15' ê Gulanê ne Roja Zimanê Kurdî ye, me tenê vê rojê  cilê Kurdî li xwe nekirin e . Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re asta pêşketina zimanê Kurdî hîn bêhtir xurt kir. Bi saya bi hezaran şehîdên şoreşê zimanê me di asta cîhanê de hat nasîn.  Em Kurd in û em ê Kurd bimînin. Em vê rojê li Rêber Apo, li şehîdan û gelê xwe pîroz dikin."

Berdevka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a  bajarê Hesekê Hemrîn Hisên jî da zanîn ku lazime ne tenê 15'ê Gulanê de, lazim e hemû rojan xwedî li zamanê werê derketin.

Hemrîn Hisên  diyar kir ku ew Roja Zimanê Kurdî li Rêber Apo, li şehîdan û li hemû gel pîroz dikin û da zanîn ku di encama 52 salên têkoşîna azadiyê de ew hatin merhaleya ku bi zamanê xwe bijîn.

Hemrîn Hisên di dawiya axafina xwe de got: "Îro bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê arteşeke mamosteyên zimanê Kurdî çêbûye. Di serî de li dijî rejîma Baas, paşê bi pêşketina şoreşê re îro me 12 hezar xwendekar perwerde kirin. Birastî barekî pir dîrokî dikeve ser milê me. Lazim e hemû pêkhateyên li herèmê bi zimanê xwe bixwîne û bi nivîsîne. Lazime em vê rojê bikin Roja xwedî derketina li zimanê xwe."

Piştî axaftinan Koma Şehîd Zozan bi stranên gelêrî, xwendekarên peymangehê jî bi navê şanoya zimanê Kurdî li ser dike cihê xwe girtin.

Di dawiya şahiyê de şagirtên beşan yên Peymangeha Amadekirina Mamosteyan ya bajarê Hesekê hatin xelatkirin û li ber stranên gelêrî govend hat gerandin.

(bm-zş)

ANHA