Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 206 şehîd hatin bibîranîn

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 206 şehîdên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna serkeftina Şoreşa Rojava û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

16 mijdar, 2023   18:01
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Koçer a kantona Qamişlo merasîma bîranîna 56 şehîdên ku di mehên Tîrmeh, Tebax, Îlon, Cotmeh û Mijdarê û salên cuda de şehîd bûne, li dar xist.

Di merasîmê de bi dehan şênî, endamên sazî û meclisên sivîl, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan, Kongra Star û Malbatên Şehîdan beşdar bûn.

Di serî de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewa El Celûd hemû şehîdên ku di parastina ewlehî û aramiya herêmê de koşiyane û bi lehengî xwe feda kirine bi bîr anîn.

Rewa El Celûd soza şopandina rêya wan li gor fikra Rêbrê Abdullah Ocalan heta pêkanîna serkeftina Şoreşa Rojava û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê yên 56 şehîdan ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Yasîn Mehêmîd ve hatin xwendin û wêneyên şehîdan li malbatên wan hatin belavkirin.

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê merasîma 99 şehîdên di meha Mijdarê de di dem û cihên cuda de şehîd bûne, li dar xist.

Di merasîmê de endamê rêvebera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ekrem Mihemed tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: "Tevahî serkeftin û destkeftiyên gelên me bi salan bi dest xistine, bi fedakariyên şehîdan in."

Mihemed soza şopandina rêça şehîdan heta pêkanîna armancên wan û serkeftinê da.

Di dawiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Rêvîn Şêxmûs wesîqeyên 99 şehîdan xwendin.

Şêniyên bajarokê Hecîn ê rojhilatê Dêrazorê 21 şehîdên ku di mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê de û di salên cuda de şehîd bûne, bi merasîmekê ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve bi bîr anîn.

Di merasîmê de rûspiyên eşîran û endamên saziyên sivîl ên rojhilatê Dêrazorê beşdar bûn.

Di serî de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê Nadye Dewahî got: "Baweriya vê neteweyê wiha ye ku kesê ku ji bo xwe bimire dê biçûk bijî û biçûk bimire û yê ku ji bo gelê xwe bimire dê mezin bijî û mezin bimire."

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojhilatê Dêrazorê Yehya El Elî sersaxî da malbatên şehîdan û soza şopandina rêya şehîdan û ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Seroka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya rojhilatê Dêrazorê Ayşe El Mudehî wiha axivî: "Şehadet yek ji astên herî bilind e, em bi şehîdan gelekî serbilind in."

Di dawiya merasîmê de mûm li ber wesîqeyên şehîdan hatin pêxistin.

Şêniyên bajarokê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê jî 30 şehîdên mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê bi merasîmekê ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve li qada bajarokê bi bîr anîn.

(mh)

ANHA