′Ne ji fikra Rêbertî bûya me projeya xwe ya demokratîk pêk nedianî′

Çalakiya banga pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi şermezarkirina bêdengiya hêzên navneteweyî li hember tecrîdê û teqeziya bilindkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

′Ne ji fikra Rêbertî bûya me projeya xwe ya demokratîk pêk nedianî′
′Ne ji fikra Rêbertî bûya me projeya xwe ya demokratîk pêk nedianî′
′Ne ji fikra Rêbertî bûya me projeya xwe ya demokratîk pêk nedianî′
′Ne ji fikra Rêbertî bûya me projeya xwe ya demokratîk pêk nedianî′
16 mijdar, 2023   17:43
HESEKÊ

Çalakiya banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a di çarçoveya pêngava ′′Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ de hate lidarxistin bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Endama Kongra Star Heyat El Omerî bi zimanê Kurdî û cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Faroq Tozo bi zimanê Erebî  û bi beşdariya xelkê bajêr, endamên TEV-DEM′ê daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ne fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan projeya demokratîk pêk nedihat.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca sûcên dewleta Tirk a dagirker ên ji 2011′an û heta niha li dijî gelan pêk tên û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şikandina vîna gel, pêkanîna timayên xwe yên mêtingerî û derbekirina projeya demokratîk e.

Di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî li hember tecrîdê û aliyên îdiaya parastina mafên mirovan dikin hate şermezarkirin û banga bidawîkirian tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

(fr)

ANHA