Li bajarê Tebqayê dizên otomobîlan hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn komek kesên ku di diziya otomobîl û mal û milkan dikirin, li bajarê Tebqayê, girtin.

Li bajarê Tebqayê dizên otomobîlan hatin girtin
28 adar, 2025   19:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî girtina komeke ji 4 kesan ku dizî dikirin daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê tîmên Hêzên Ewlekariya Hundirîn komek kesên ku di diziya otomobîl û mal û milkan dikirin, girtine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku di lêpirsînan de, tawanbar li xwe muqir hatine ku çend otombîl û alavên din ji mal û dikanên bajarê Tebayê dizîne û firotine.

Kesên hatin girtin ji bo temamkirina lêpirsînên veguheztin Dozgeriya Giştî.

(k)