Li bajarê Curniyê yê Tebqayê Konferansa Komînan a 1ˊemîn hat lidarxistin

Komînên bajarê Curniyê û gundewarê wî yê kantona Tebqayê di konferansa xwe de diyar kir ku xurtkirina komîn û komîteyên wan bi rêya bicihanîna Hevpeymana Civakî dê pêşketinekê di aliyê geşepêdana li herêmê de pêk bîne û beşdariya civakî xurt bike.

11 mijdar, 2025   16:25
TEBQA

Meclisa Sivîl a bajarê Curniyê yê kantona Tebqayê Konferansa Komînan a 1ˊemîn a bajarê Curniyê û gundewarê wî bi diruşma "Komîn şaneya bingehîn a avakirina civaka demokratîk e" bi tevlêbûna endamên komînan, meclisên sivîl û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, Kombûna Jinan a Zenûbiya li dar xist. Konferans li hola Navenda Çand û Hunerê ya Curniyê hat organîzekirin.

Konferans bi deqyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Rêveberiya Nivîsgewha Jinan a Meclisa Sivîl a Curniyê Henan El Raî nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê têgeha komunê de xwendin.

Henan bi awayekî berfireh pergala civakî ya li gorî Hevpeymana Civakî şîrove kir û di hevpeymanê de hat gotin ku komîn şaneya bingehîn a pergala civaka demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ew hêmana ku demokrasiya yekser xwe dispêriyê û gel beşdarî dayîna biryaran dibe.

Henan da zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di 2026ˊan de bi rêjeya ji sedî 20 budceya xwe ji bo çalakiyên komînan veqetîne û ji vê rêjeyê ji sedî 30 jî ji bo komîna jinan e.

Piştî axaftinê beşdaran nîqaş kir û bal kişand ser bicihanîna vîzyona Hevpeymana Civakî bi rêya berfirehkirina komîteyên komînan û jinûve sazkirinê ku gaveke girîng û pêwîst e. Ji ber ku avêtina vê gavê di encama êriş û gefên li dijî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dereng ma.

Beşdaran di vîzyonên xwe de da zanîn ku bicihanîna Hevpeymana Civakî ji bo komînan dê di pêvajoya geşepêdan û pêşxistinê de bibe gaveke kalîteyî di warên xizmetguzarî, perwerdehî, çandî û ewlehiyê de û bi wê re dê sala 2026ˊan bibe sala geşepêdanê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Konferans bi girîngîdayînê başkirina rewşa xizmetguzarî li herêmê û dabînkirina hewcedariyên şêniyan.

(fr)

ANHA