Li asîmanê Dêr Hafirê û Meskenê tevgera zêde yaˋBayraktaranˊ

QSDˊê diyar kir ku li asîmanê bajarên Dêr Hafirê û Meskenê tevgereke zêde ya balafirên bêmirov ên ˋBayraktarˊ ên Tirkiyeyê heye, hemwexîtê wê tevgerên biguman ên çeteyên hikumetê li derdora her du bajaran hene.

Li asîmanê Dêr Hafirê û Meskenê tevgera zêde yaˋBayraktaranˊ
14 ÇILE, 2026   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku li asîmanê bajarên Dêr Hafir û Meskenê tevgereke zêde ya balafirên bêmirov ên ˋBayraktarˊ ên dewleta Tirk heye.

Navendê diyar kir ku hemwextî wê, tevgerên biguman ên çeteyên hikumeta demkî li derdora her du bajaran heye û bi doçkayan gule tên avêtin.

Navendê diyar kir ku QSDˊê rewşê ji nêz ve dişopîne û wê li gorî rewşê tev bigere.

(fr)