Li Amûdê têkildarî Roja Zimanê Dayikê turnuvaya kişikê

Rêveberiya Dibistanan a bajarê Amûdê bi boneya Roja Zimanê Dayikê turnuvaya kişikê organîze kir. Di turnuvayê de 23 xwendekarên ji qonaxên navîn û amadehî beşdar bûn.

Li Amûdê têkildarî Roja Zimanê Dayikê turnuvaya kişikê
Li Amûdê têkildarî Roja Zimanê Dayikê turnuvaya kişikê
Li Amûdê têkildarî Roja Zimanê Dayikê turnuvaya kişikê
Li Amûdê têkildarî Roja Zimanê Dayikê turnuvaya kişikê
Li Amûdê têkildarî Roja Zimanê Dayikê turnuvaya kişikê
Li Amûdê têkildarî Roja Zimanê Dayikê turnuvaya kişikê
Li Amûdê têkildarî Roja Zimanê Dayikê turnuvaya kişikê
Li Amûdê têkildarî Roja Zimanê Dayikê turnuvaya kişikê
20 sibat, 2025   16:15
AMÛDÊ

Di çarçoveya pîrozbahiyên Roja Zimanê Dayikê de ku dikeve 21’ê Sibatê, Dibistana Tîrêj a navîn a Amûdê ji xwendekarên navîn û amadehî re turnuveya kişikê li dar xist.

Di çalakiyê de mamosteyên dibistanan û 23 xwendekarên ji dibistanên bajêr û gundên derdorê beşdar bûn.

Çalakî li ser sê gerên hevrikî bi çavdêriya mamosteyan pêk hat.

Li ser asta dibistanên navîn xwendekar Mistefa Îbrahîm asta yekemîn, li ser asta dibistanên amadehî xwendekar Hisên Mihemed asta yekemîn, wergirtin.

Ne tenê xwendekarên asta yekemîn wergirtine hatin xelatkirin, lê belê xwendekarên beşdar jî bi spasname û teqdîrnameyan hatin xelatkirin.

Ev çalakî, di çarçoveya rêzeçalakiyên ku wê li bajêr bi boneya Roja Zimanê Dayikê werin lidarxistin de, pêk hat.

(fr)

ANHA