Li Erîşayê li hember tecrîdê meşeke girseyî

Şêniyên Erîşa, Şedadê, Hol û Mergedayê bi meşekê tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

11 hezîran, 2024   16:17
HESEKÊ

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, li bajarokê Erîşa yê kantona Cizîrê meşeke girseyî hat lidarxistin. Şêniyên bajarên Şedadê, Hol, Mergeda û bajarokên Fas û Ebdan jî tev li meşê bûn.

Piştî meşê li ber avahiya Meclisa Erîşayê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Îman El Ferec axivî û got: "Em beşdarî vê meşê bûne da ku girêdana xwe bi Rêber Abdullah Ocalan re nîşan bidin û daxwaza bidawîkirina tecrîdê bikin. Rêbertî girîngiyê dide nirxên mirovî û çawaniya pêşxistina van nirxan.”

Îman El Ferec îşaret pê kir ku Rêber Abdullah Ocalan felsefeya azadiyê pêş xist û got: "Di serî de pirsgirêkên jinan, Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkên mirovan lêkolîn kirin. Bi saya wî jin azad bûne, bûne xwedî biryar û di tevahî qadan de cihê xwe digirin.”

Îman El Ferec ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan soza domandina têkoşînê da û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku dawî li tecrîdê bînin.

Endam meclisa PYD’ê ya navçeya Erîşayê Emar El Mûsa jî anî ziman ku komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan têk çûye, îsbata vê têkçûnê projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Emar El Mûsa her wiha got: "Dema ku dewletên kapîtalîst Rêbertî bi komployeke navneteweyî dîl girt, xeyal dikirin ku dê rihê berxwedan û têkoşînê yê gelê Kurd bişikînin, lê rihê berxwedanê di nav tevahî gelên herêmê de bi pêş ket."

Mîtîng bi dirûşmên silavkirina berxwdana Îmraliyê bi dawî bû.

(bb)

ANHA