Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di 8 rojan de 92 kes hatin darvekirin

Li gorî Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ di nava 8 rojan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 92 kes hatine darvekirin.

 Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di 8 rojan de 92 kes hatin darvekirin
9 îlon, 2025   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji hêla girtiyên siyasî yên li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 85’emîn de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di nava 8 rojan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 4 jê jin, 92 kes hatine darvekirin.

Li gorî kampanyayê ji serê salê ve hejmara kesên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin bû 756 kes.

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ bang li civaka navneteweyî, saziyên mafên mirovan, çalakvan û azadîxwazin kir ku dijî darvekirinan xwedî helwest bin.