Li Amûdê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir

Piştî Til Hemîs, Girkê Legê û Qamişloyê, îro jî li navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir.

18 kanûn, 2023   15:47
QAMIŞLO

Çalakiyên di çarçoveya pêngava bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de dewam dikin. Li kantona Cizîrê çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.

Piştî Dêrik, Girkê Legê, Qamişlo û Til Hemîsê, Însiyatîfa Gel vê carê konê çalakiya greva birçîbûnê li Qada Jina Azad a li navçeya Amûdê veda. Çalakî dê 2 rojan dewam bike. Di bin kon de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Nûnerên saziyên sivîl, meclis, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan jî di nav de, şêniyên navçeyê beşdarî çalakiyê bûn.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Elî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser hevgirtina pêkhateyan û girêdana wan bi rêgeza Rêber Abdullah Ocalan û got: "Tevlêbûna we, nîşaneya girêdana we ya bi Rêbertî re ye."

Elî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe ji bo tevahî gelan tê koşiya û ji bo wê banga mezinkirina têkoşînê kir.

Welatiyê bi navê Mihemed Edolê jî helbestek li ser tevlêbûna berxwedana dîrokî li ser şopa têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan xwend.

Dûre endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Arşek Beravî axivî û got: "Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, divê em bi têkoşîna wî re dilsoz bin û fikrên wî li civakê belav bikin ji bo ku aştî li cîhanê pêk were."

Tê payîn ku şênî, endamên meclisên bajarok û gundên Amûdê jî tev li çalakiyê bibin.

(bb)

ANHA