3 roj e balafireke bêmirov li ser Wargeha Mexmûrê digere
Balafireke bêmirov ev 3 roj e bênavber û bi nizmî li ser Wargeha Mexmûrê digere.

Piştî ku wesayîta kedkarên çapemeniya azad a Şengalê û wesayîteke welatiyan li Şengalê beriya 3 rojan ji aliyê balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve hate bombebarankirin û di encamê de 2 rojnamevan, ajokarê wesayîta çapemeniyê, her wiha bavek û du keçên xwe birîndar bûn, ev 3 roj e bênavber balafira bêmirov li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bi nizmî difire.