Li 8 mamoste û çalakvanan cezayê girtîgehê hat birîn

Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê li 8 mamosteyên jin û çalakvanan birî, 5 ji wan jin in.

Li 8 mamoste û çalakvanan cezayê girtîgehê hat birîn
5 tebax, 2025   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Dengê Binçavkiriyê Kurd û Îranê, şaxa 1 a dadgeha bajarê Kirmanê, cezayê girtîgehê li 8 mamosta û çalakvanan biriye.

Hate gotin ku ji wan 8 kesan, 5 jê jin in û her jinekê jî 10 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Li gorî heman çavkaniyê bi tometa ‘karkirina dijî ewlekariya neteweyî, propagandaya dijî dewlet û endambûna komên dijberî Îran’ cezayê girtîgehê li wan her 8 çalakvan û mamostayan hatiye birîn.

Navên mamoste û çalakvanên ceza li wan hatine birîn wiha ne:

Şehanz Rezayî, Zehra Ezîzî, Mîtra Nîk Pur, Fatime Yezdanî, Leyla Efşar, Mecîd Nardî, Mihemed Reza Bêhzad Pur û Hisên Reşîdî.

Her wiha li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê duh welatiyek Kurd ê bi navê Ebû Bekir Uqabî (50) yê xelkê bajarokê Şino ya ser bi Urmiyeyê, bêyî fermana dadwer hebe, hatiye binçavkirin û ji bo cihek nediyar hatiye veguhestin.

Di heman rojê de çalakvanek civaka sivîl yê bi navê Eyub Cewan Pur ê xelkê bajarê Seqiz, ji aliyê hêzên Îranê ve bêyî fermana dadwer hatiye binçavkirin û ji bogirtîgeha bajêr hatiye veguhestin.