‘Derxistina çeteyan ji herêmên dagirkirî şertê sereke yê çareseriyê ye’

Komîteya amadekar a Komxebata Şehbayê diyar kir ku mijara koçberiyê beşeke sereke ya aloziya Sûriyeyê ye û got derketina dagirker û çeteyan ji herêmên dagirkirî û vegera ewle ya koçberan li warê xwe, şertê esasî yê çareseriyê ye.

‘Derxistina çeteyan ji herêmên dagirkirî şertê sereke yê çareseriyê ye’
5 tebax, 2025   15:41
REQA

Duh (4 Tebax) li bajarê Reqayê komxebata siyasî ya şêniyên herêma Şehbayê yên ku ji warê xwe hatine koçberkirin, pêk hat. Komxebat bi dirûşma "Veger maf e, nayê jibîrkirin, dest jê nayê berdan" hat lidarxistin. 

Beşdaran sedemên koçberiyê û guhertina demgorafiyê nîqaş kirin. Di dawiyê de li ser encamnameyekê li hev kirin ku balê dikişîne ser girîngiya vegera ewle û ji bo pêkanîna encamên komxebatê komîteyek were avakirin.

Der barê komxebatê de endamê komîteya amadekar a komxebatê Cuma Kalo got: "Armanca me ya sereke ji vê komxebatê ew e ku komîteyek were avakirin. Wezîfeya vê komîteyê serjimariyeke zelal a şêniyên ku bi darê zorê ji herêmên Şehbayê koçber bûne, çêke û sedemên koçberiyê û hêzên ku vegera wan a ewle asteng dikin, lêkolîn bike. Her wiha komxebat hewl da çalakiyên siyasî û qanûnî forumle bike da ku vegera ewle ya koçberan bo gund û bajarên garantî bike.

Kalo da zanîn ku koçbrkirina şêniyên Efrîn û Şehbayê di çarçoveya planeke herêmî û navneteweyî ya ji bo guhertina demografiyaya herêmê de hat kirin û got, ji bo vegera şêniyan pêk were divê hemû sedemên koçberiyê ji holê werin rakirin û nûnerên koçberên ji tevahiya herêman û pêkhateyan Sûriyeyê beşdarî dan û standinên vê dosyayê de werin kirin.

Kalo îşaret bi vê yekê kir ku komên radîkal ên girêdayî hêzên herêmî şênî dan koçberkirin û wiha anî ziman: "Di encamê de her dan û standineke çêbibe divê van hêzan jî di nav xwe de bigire; ji ber ku çareseriya li Sûriyeyê sûriyeyan tenê eleqedar nake, lê girêdayî lihevkirinên herêmî û navneteweyî."

Endamê komîteya amadekar a komxebatê Îsmaîl El Mûsa jî destnîşan kir ku mijara koçberkirinê beşeke sereke a aloziya Sûriyeyê û got: "Em koçberên ji Şehba û Efrînê me gelek êş kişand."

El Mûsa da zanîn ku vegera kesên ku bi darê zorê ji van herêman koçber bûne, mijareke siyasî ye ku hevkariya navneteweyî, herêmî û xwecih hewce dike, berpirsyariya çareserkirina vê pirsgirêkê dikeve ser milê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û rêxistinên navneteweyî.

El Mûsa diyar kir ku armanca komxebatê dengê koçberan bigihîne aliyên têkildar û got vegera ewle ya koçberên ji Şehba û Efrînê dê ji dîtina çareseriyekê ji bo aloziya Sûriyeyê re bibe alîkar.

El Mûsa di dewama axaftina xwe de xwest vegera ewle ya koçberan bi destê sûriyeyan û desteka civaka navneteweyî be û ev li gotinên xwe zêde kir: "Dawîanîna guhertina demografî û pêkanîna vegera bi rûmet dê derî li pêşiya diyaloga giştî veke."

Endama komîteya amadekar a komxebatê Cîhan Xidro bal kişand ser girîngiya lidarxistina komxebatê di vê demê de û wiha got: "Lidarxistina komxebatê di van mercên zehmet de ku Sûriye û herêm tê re derbas dibin, aliyên diyar dihewîne; ya yekemîn ew e ku dosyaya koçberan divê bibe rojeke sereke ya pêvajoya siyasî, nemaze piştî rûxandina rejîma Baasê û guhertinên ku Sûriyeyê rû didin.”

Cîhanê anî ziman ku dem hatiye ku dosyaya koçberan bi rêya garantîkirina vegera ewle û hesabpirsîna ji çete û dagirkeran were çareserkirin.

Cîhan Xidro îşaret bi vê yekê kir ku bêyî çareserkirina dosyaya koçberan nabe nîqaş li ser Sûriyeya nû destûra wê ya daîmî were kirin.

Têkildarî diyarkirina 4’ê Tebaxê wekî roja lidarxistina komxebatê Cîhan Xidro bi bîr xist ku di sala 2013’an de mîna vê rojê şêniyên Şehbayê ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê hatin koçberkirin. Cîhan bi domdarî gpt "Hilbijartina vê dîrokê piştrast dike ku dosyaya koçberan dozeke nîştimanî ye û bazar li ser mafê me yê vegera ewele li gund û bajarên me nayê kirin."

Cîhan Xidro bang li hikumeta veguhêz kir û got: “Beriya behsa dosyayên wekî destûr, avakirina dewletê, hikumeta veguhêz û meclisa gel bike, berpirsyariya xwe ya di vê dosyayê de bi cih bîne.”

Cîhan Xidro di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Bêyî çareserkirina dosyaya koçberan avakirina Sûriyeya nû ne gengaz e. Bi sedhezaran koçberên ji Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hene. Divê ev dosya bibe rojeva sereke ya alîkariyên têkildarî rêgeha siyasî ya sûriyeyî.”

(bb)

ANHA