Li 6 navendên Ewropayê xwedîderketina li Rojava

Kurdistanî û dostên wan li gelek welatên Ewropayê berxwedana Rojava silav kir û êrişên dagirkeriyê protesto kirin.

Li 6 navendên Ewropayê xwedîderketina li Rojava
5 kanûn, 2024   00:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek bajarên Ewropayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi çelakiyan hatin şermezarkirin. 

KOPENHAGÊ

Kurdistaniyan û dostên wan ên li paytexta Danimarkayê Kopenhagê dijîn, êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê li ber Parlamentoya Danimarkayê bi daxuyaniyekê protesto kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca wan destkeftiyên gelê Kurd e. Heval Firat anî ziman ku armanca herî mezin a stratejîk a dewleta faşîst dagirkirina Rojavayê, bi tevahî guhertina demografiyê û jihplêrakirina hemû destkeftiyên Kurdan e. Firat anî ziman ku bi Şoreşa Rojavayê pergala baviksalar hilweşiya û bi rola jinan rêveberiyeke demokratîk û gelparêz ku ji bo hemû gelên herêmê giring e hat avakirin. Firat bang li her kesî kir ku xwedî Rojava derkevin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Danîmarkayê Pelle Dragsted peyamek şand û Berdevkê Partiya Gel a Sosyalîst axaftinek kir. Her duyan jî êrişên dagirkeriyê şermezar kirin. Her wiha banga welatên garantor hate kirin ku tevî  banga derketina lezgîn ya ji Rojava berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Axafvanan diyar kir ku şertê bihevrejiyana azad û wekhev li Sûriye û Rojava tenê bi aşîtiyeke birûmet pêkan e.

Li ser navê PYD’ê Bavê Husên û li navê Xweserî Danimarkayê jî  Alan axivî û diyar kirin ku plana Erdoganê faşîst dagirkirina Rojava, jiholêrakirina Kurdan û bi tevahî guhertina avaniya demografîk e û got: “Nabe ku Kurd bêalî bimînin, divê li hemû qadên jiyanê têkoşînê bide û xwedî li Rojava derkeve.”

Girseyê gelek caran bi dirûşmeyên “Bimire faşîzma Tirk”, “Bijî berxwedana Rojavayê”, “Bimire Erdogan”, “Piştgiriya hevgirtina navneteweyî bike” nerazîbûna xwe anî ziman.

HELSINKI

Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê bi pêşengiya NCDK’ê bi boneya piştevaniya bi berxwedana Rojava re çalakî hat lidarxistin. Gelek Kurd û dostên xwe tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan.

Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê girseyê daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de banga piştevaniya bi berxwedana gelên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin û êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk hatin protestokirin.

Di çalakiyê de berdevkê Ciwanên Çepgir jî axaftinek kir. Piştre dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” hatin berz kirin.

Çalakî bi dirûşme û stranên şoreşgerî heta demeke dirêj dewam kir.

TORONTO

Li herêma Keele-Wilson a bajarê Toronto yê Kanadayê Kurd û dostên wan êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li dijî Rojava û gelê Kurd bi tundî şermezarkirin.

Di çalakiyê de girseya gel bê navber dirûşmeya "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin. Beşdaran bi hilgirtina posterên Rêber Apo û alên ku sembola şoreşa Rojava ne, li dijî faşîzmê banga yekitiyê kirin.

Di axaftinên li çalakiyê de hat destnîşankirin ku Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo mirovahiyê jî sembola azadî û berxwedanê ye. Qisekeran diyar kirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker aştî û demokrasiya herêmê dike hedef.

Di daxuyaniya li ser navê Navenda Civaka Kurd a Kanadayê de wiha hate gotin:“Em îro li vir diqîrin ku em li cem gelê Rojava ne. Dewleta Tirk û çeteyên wî wê nikaribin vîna gelê Kurd bişkînin. Berxwedana Rojava berxwedana mirovahiyê ye. Gelê me ji bo azadî û rûmeta xwe li ber xwe da; Em jî li vir bibin deng û hêza wan.”

Di çalakiyê de bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li dijî êrişên li ser Rojava bikevin nava liv û tevgerê. Bi taybetî ji hikûmeta Kanadayê hat xwestin ku li dijî dewleta Tirk mueyîdeyan bisepîne û rêzê li mafên gelê Kurd bigire.

Beşdaran careke din diyar kirin ku heta ew êriş bisekînin ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Çalakî bi coş û biryardariyeke mezin bi dawî bû.

STOCKHOLM

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Stockholm ê Swêdê li Qada Sergels Torg li hev civiyan û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, Dewleta Tirk ji Rojava bicehime” hatin berzkirin û danezan hate xwendin. Berpirsê Karên Derve û Parlementerê Partiya Çep Hakan Svennelig di çalakiyê de axivî û wiha got: “Kurd li dijî DAÎŞ’ê ku bûne bela serê cîhanê têkoşiyan û berdêl dan. Dewleta Tirk DAIŞ’ê xweyî kir û xwest Kurdan û destkeftiyên wan tune bike. Dewleta Swêdê jî hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re domand û Kurdan ji bo endamtiya NATO’yê kir qurban. Niiha jî dixwaze bi HTŞ’ê re Kurdan tune bike.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadi” bi dawî bû.

Protesto wê 7’ê Kanûnê di saet 13:00’an de li Norra Bantorgetê dewam bikin.

KOLN

Bi heman armancê li bajarê Koln ê Almanyayê çalakiyek hat lidarxistin. Çalakiya protestoyî ji aliyê Navenda Civaka Kurda a Demokratîk a Kolnê ve li pêşiya Dêra DOM’ê hate lidarxistin. Kurdistaniyên ku beşdarî çalakiyê bûn, bi hilgirtina alên YPG û YPJ’ê tim û tim dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” berz kirin. Êrişên dagirkerî û hewldanê nkomkujiyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî bi daxuyaniyên Almanî hatein vegotin.

Li ser navê Tevgera Jinan Şîlan Ergîn bi zimanê Almanî axivî û êrişên îmhayê yên dewleta Tirk ku di demên dawî de li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê Kurd dimeşîne, bi bîr xist û anî ziman ku weke berdewamiya vê siyasetê li bajarên Kurd qeyûm tayînî şaredariyên bi hilbijartinê hatine qezenckirin tê kirin û îradeya gel tê desteserkirin.

AACHEN

Li bajarê Aachen ê Almanyayê bi beşdariya gelek Kurdistaniyan li pêşiya Elisenbrunnen a dîrokî çalakiya protestoyî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê PYD’ê û xwendekarên enternasyonalîst axaftin hatin kirin û banga parastina Şoreşa Rojava hate kirin.

JI DÎDEˈÊ DAXUYANÎ

Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Almanyayê hinardeya çekan a ji bo Tirkiyeyê bêyî navber dewam dike.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewama DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê HTŞ (Heyet Tahrîr El Şam) û Artêşa Neteweyî ya Sûriye (SMO) ku Tirkiye û perwerde kir û mûçe dide, êrişî duyemîn bajarê herî mezin ê welêt Helebê kirin ku ji aliyê rejîma Esed ve tê kontrolkirin û di asteke mezin de bi dest xist. Tê diyarkirin ku di rêzê de bajarê Hama ku çaremîn bajarê herî mezin ê welêt e heye.

Dinya elem dizane ku li pişt van komên cîhadîst ku armanc dikin destkeftiyên demokratîk ên Kurdan tune bikin, Tirkiye, DYA, YE û welatên kendavê hene. Nûnerên van welatan jî di daxuyaniyên xwe de li şûna ku komên cîhadîst rawestînin, gef li rejîma Sûriye dixwin. Armanca wan ew e ku li ser rêxistinên terorê ji bo ku herêmê ji nû ve dizayn bikin guhertina rejîmê ku berê li Sûriyeyê pêk nehat, pêk bînin.

Ji ber vê yekê di serî de Kurd, Êzidî, Xiristiyan û pêkhateyên qewmî yên din di bin gefekî mezin de ne. Eşkere ye ku eger terorîstên Îslamî yên Radîkal Sûriyeyê bi dest bixin, wê li herêmê komkujiyên mezin bikin û bi sedan mirovan ji cihê wan bikin.

Dewleta Tirk û Erdogan ku aktorê herî girîng ên van bûyeran in ku herêmê careke din ber bi karesatê ve dibin, helbet vê hêzê ji NATO, DYA û Almanyayê digre. Di daxuyaniyên ji aliyê Almanyayê tên dayîn de li gel ku daxwaz tê kirin ku pevçûn û alozî demildest were rawestandin û çareseriya siyasî bê dîtin jî qala mitefiqê nêzik Erdogan nayê kirin. Serokwezîr Olaf Scholz di demek nêzik de çû Tirkiyeyê, ji bo dayîna 40 balafirên şer ên Eurofighter rê da. Dîsa li Almanyayê hinardeya çekan a ji bo Tirkiyeyê bêyî navber dewam dike.

Rêya kêmkirina rageşiya herêmê ji qutkirina her curê piştevaniyê ya ji bo Erdogan ku ji bo Kurd û gelên din ên herêmê gefekî mezin e, derbas dibe. Divê Tirkiye demildest leşkerên xwe yên Sûriye vekişîne û dawî li piştgiriya ji bo komên cîhadîst  bîne. Bi vê yekê re di serî de Almanya divê welatên Ewropayê her curê alîkariya leşkerî, aborî û siyasî rawestîne.

Em bang li raya giştî ya Almanyayê dikin ku li hemberî rewşa heyî ya li herêmê bêdeng nemînin, zextê li Hikumeta Federal bikin ku demildest piştevaniya leşkerî ya ji bo Erdogan rawestîne.”